26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Erebên Zumar ligel referndumê û vegera navçeyên xwe ser Kurdistanê ne

Çavkanî: KDP.info

Zûmar-KDP.info- Berpirsê Navçeya Zumarê ya PDKê Salih Mîranî ragihand ku eşîrên ereb ên Zumar û Rebîe û Ewênat ji ber ku helwesta Hikûmeta Kurdistanê û serkirdatiya siyasî ya kurdî razî ne, ew ligel referandumê û vegera navçên xwe ne bo ser îdareya Herêma Kurdistanê.

Salih Mîranî ji malpera KDP.info re ragihand: “Zumar û Rebîe û heta Şingalê ji aliyê îdarî ve ser bi hikûmeta Iraqê ne, lê beriya hatina DAIŞ û piştî wê jî yê ku xizmeta wan navçeyan dikir hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Herwiha ji dema ku Hêzên Pêşmerge ew dever azad kirine ew ereb li cihê xwe mane û rastî ti karekî xerab nehatine.”

Mîranî wiha got: “Piraniya xelkê navçeyê eşîrên Cibûr, Şerabî, Şemer, Erur, Mîmarî û Tey in û daxwaz dikin ku navçeyên wan vegerin ser Herêma Kurdistanê û referandum were lidarxistin û hemû jî ligel serxwebûna Kurdistanê ne.”

Salih Mîranî da zanîn ku tenê daxwazek wan eşîran heye rêz li wan bê girtin û navçeyên wan bêxizmet nemînin û di rastî de ev herdu daxwazî tên bicîkirin, lewma helwesta wan erênî û baş e.

Wî berpirsê navçeya PDKê wiha domand: “Ew navçe bi xwe kurdîstanî ne û me bi dehan şehîd di ber wan de dane lê ereb û kurd bi hevre li wan dijîn û navbera me jî gelekî baş e.”
 

Nûçeyên têkildar