Mesrûr Barzanî: Nabe Kurd dîlê şaşiyên dîrokî bimînin..Dem hatiye ku guh li dengê wan were girtin

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di pêşwaziya Balyozê Romanya li Iraq ragihand ku nabe gelê Kurd dîlên şaşiyên dîrokî bimîne û dem hatiye ku guh li xwestek û dengê kurd were girtin.
Îro 21 Gulanê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Balyozê Romanya li Iraq pêşwaziya Jakob Pirada kir, ligel wî behsa mîkanîzma çareser kirina pirsgirêkên bingehî yên navçeyê bi şêweyê ku hemû pêhatî serxwebûn û nasnameya xwe hebin û biryara gel divê yekê were sitendin gotûbêj kir.
Herwiha amaje bi wê yekê kirye ku di civînê de behsa rewşa ewlekariya navçeyê û şerê lidijî DAIŞê hatiye kirin, Mesrûr Barzanî ronî daye ser rewşa niha ya şerê lidijî çekdarên DAIŞê û amaje bi wê yekê kirye ku, Pêşmerge bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî karîbû derbeyek mezin li DAIŞê bide û wê baş têkbişkîne û dûrbixe.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Romanya behas wê yekê kir ku, Hikûmeta welatê wî ji nêzîkve çavdêriya şer dike, herwiha di civîne bal kişand ser wê yekê ku mana şaştî û xeleteyên dîrokî ne di berjewendiya ti aliyekî de ye, pêwîst e cudabûnê navçeyê berbiçav werin girtin.
Girêdayî vê pirsê Mesrûr Barzanî got: “Nabe gelê Kurd girêdayî heleyên dîrokî bimîne, dem hatiye ku guh li dengê Kurdan were giritn ku dixwaze bi aştî û bi riya raya xelkê ji Iraqa neseqamgîr û ne cigar cuda bibe, jiber li dirêjeya ezmûna Kurdan ligel Bexda, Bexda ew ti carî bi hevbeşê rasteqîne nasnekirye.”
Bihêzkirina pêwendiyên navbera Romanya û Herêma Kurdistanê di warên cuda de mijarekî din ê civînê bû.




