Romanya: Di hevpeymaniya navdewletî de em û Kurdistan hevbeş in

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Romanya li Iraqê kir û di
wê hevdîtinê de Balyozê Romanya li Iraqê xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê
ragihand û tekez kir ku welatê wan li çarçêweya hevpeymaniya navdewletî
ya dijî DAIŞê wekî hevbeşek temaşa Kurdistanê dike û li hevkarîkirina
Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstên DAIŞê de berdewam dibe.
Roja şemî 21.05.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya Jakob Pirada Balyozê Romanya li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de Balyozê Romanya li Iraqê xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê
ragihand û tekez kir ku welatê wan li çarçêweya hevpeymaniya navdewletî
ya dijî DAIŞê wekî hevbeşek temaşa Kurdistanê dike û li hevkarîkirina
Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstên DAIŞê de berdewam dibe.
Her di vê hevdîtinê de Balyozê Romanya li Iraqê nîgeraniya xwe di derbarê
pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraqê ragihand.
Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Balyozê Romanya li Iraqê, ji
bo hevkarîkirina Kurdistanê li şerê dijî terorîstan spasî gel û dewleta
Romanya kir.
Serok Barzanî ragihand ku raste Da'îş dijminê hemû mirovayetiye û dijminê
hevbeşê me hemûyane, lê belê li rastiyê da Pêşmergeye şer dike û xwîn
dide, ji bo wê yekê pêwîste hevkarîkirina Pêşmerge zêdetir bibê û bigihe
asta pêwîst.
Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî
terorîstan mijareke dinê vê civînê bû.




