26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Siûd Mela: Pêwîst e milet li hemberî sivkatiya bi Pêşmerge bêdeng nemîne

Çavkanî: KDP.info
 
Rojava-KDP.info- Piştî ku serkirdeyê DEV-DEMê Aldar Xelîl
 
pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê wek çete bi nav kirin, Sekreterê
 
PDK-Sê Siûd Mela bersiva wî da û got pêwîst e xelk li hindur û
 
derveyî Rojava li hemberî wê sivkatiyê bêdeng nebin ji ber ku nave
 
Pêşmerge her ligel navê Kurdistanê bûye û navê YPG û PYDê qet
 
ne ligel navê kurdistanê bûne û tenê nave hizbî bûne.
 
Siûd Mela ji malpera KDP.info re ragihand: “Sedema ku Aldar Xelîl
 
ew daxuyanî daye ji ber ku xelk ji wan nerazî ne û roleke wan a
 
xerab hebûye di xizmetkirina xelkê Rojavayê Kurdistanê de û bi
 
berdewam û bihêzê xelkê dêşînin, lewma çetatiya xwe dixin histê
 
xelkê de.”
 
Mela wiha got: “Em û xelkê Rojavayê Kurdistanê ji wan bêhêvî
 
bûne, ji ber ku bi berdewam dijatiya xelkê dikin, lê di serî de emê
 
bi serbikevin. PYDê ejîndaya rêjîma Sûriyê û Îranê cîbicî dike, da ku
 
rêjîm berdewam be li ser desolate û neyê şikestin û şoreş bi ser
 
nekeve.”
 
Sekreterê PDKê wiha domand: “Xelk hemû li derve û hindurê
 
Roiavayê Kurdistanê pêwîst e li dijî wê helwesta PYDê rawestin û
 
bêdeng nebin ji ber ku Pêşmerge her welatê xwe diparêze û nave
 
wan ligel Kurdistanê tê, lê navê YPG û PYDê qet ne ligel navê
 
kurdistanê bûne û tenê nave hizbî bûne.”

Nûçeyên têkildar