“Muxtarekî kurd li Seidiye hat kuştin..Helwesta Heşda Şeibî tune ye”

Seidiye-KDP.info- Berpirsê Navçeya PDKê li Celewla ragihand ku 3 çekdarên
nenaskirî li nêzîkî navendên Heşda Şeibî û polîsên Celewla muxtarekî kurd li
Seidiye kuştine û ew hêz ti helwesta wan tune ye.
Amir Rifet ji malpera KDP.info re ragihand: “Li bajarokê Seidiye 3 çekdarên
nenaskirî çûne ser muxtarê taxa Caf li Seidiye û ew kuştine, di dema ku
navendeke polîsan li wir bû û tiştek nekirin.”
Rifet wiha got: “Ev peyameke bo Hikûmeta Iraqê ku Heşda Şeibî nikare
ewlehiya xelkê biparêze, ji ber ku ew û polîsên hewarçûnê li wir bûn û tiştek
nekirin.”
Herwiha got: “Piştî ku ew hersê çekdar reviyan agir bi daristnê xistin û
ziyanek mezin gihandin wir. Behsa wê yekê tê kirin ku ew hersî çekdar
hatine girtin, lê ez bawer nakim.”
Berpirsê Navçeya PDKê li Celewla da zanîn ku navê wî Elî Şakir e lê ne rast e
ku dibêjin ku endamê navçeya PDKê bû, lê tenê birayekî wî asayişa PDKê ye
û ji malbateke PDKê ne.




