Karwan Salih: Goran dixwaze bi vê rêkeftinê şikestinên xwe veşêre

Hewlêr-KDP.info- Serkirdeyekî berê yê Tevgera Goran bi navê Karwan Salih
dibêje, Goran rastî şikestineke mezin hatiye ji ber ku ew hemû sozên dabû
xelkê bicîh neanî, lewma dixwaze bi vê rêkeftina ligel YNKê wê şikestinê
veşêre.
Karwan Salih ji malpera KDP.info re ragihand: “Goran ji ber ku bi ser neket û
nikarî soz û peymanên ku dabû xelkê bicîh bike, hat şikestin. Wan digot eger
em têkevin nav destlatê de emê welat bikin Şama şerîf, lê dema ku hatin
tişta ku hebû jî nehiştin û niha rojane xelk dest ji wan berdidin.”
Salih wiha got: “Di nava rêkeftinê de ew daxwaza sîstema parlemanî dikin,
wek Iraqê. Ew parlemantoya ku em li Bexdayê dibînin ew tiştekî wisa
dixwazin. Yan jî ew wê Iraqê dixwazin ku tenê piçek pêkvejiyan tê de tune
ye û bingeha şeraketê tê de tune ye, lê ew hemû xwen in.”




