Êmînkî: Miletê me dê bi riya referandumê çarenivîsên xwe diyar bike

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Ceifer Êmînkî di
peyamekê de bi helkefta salvegera yekemîn hilbijartina Parlementoya
Kurdistanê de ragihand, em piştrast in ku miletê me dê nexşeya paşeroja
xwe bi heman morala yekem hilbijartina parlementoyê xêz bike û dê bi riya
referandumê biryarê li ser pirsên çarenivîsazên xwe bide.
Ceifer Êmînkî Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê di peyamê de
ragihand: “Beriya 24 salan di rojekê wek îro de û di qonaxeke çarenivîsaz de
gelê Kurdistanê bi hemû çîn û tiwîjeyan bi dilxweşî û moraleke bilind berê
xwe dan senduqên dengdanê di yekemîn hilbijartinên azad de, ku bi rojeke
dîrokî û bingeha demokrasiyê li Kurdistanê tê naskirin. Herwiha ew
hilbijartin bû bingeha avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi vê yekê
qonaxeke nû bo xebata demokrasiyê û rêveberiyê û li ser asta derve jî deng
veda.”
Êmînkî wiha got: “Îro jî di salvegera yekemîn hilbijartin de, jibilî şanaziya me
bi wê pêngavê, niha rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê û navçeyê bi giştî rastî
pêşhat û guhertinên bilez hatiye û şerê li dijî terorê û kirîza darayî hevkêşên
siyasî aloztir kiriye, lê em piştrast in ku miletê me li gorî ezmûn û xebata
xwe ya dîrokî û bawerî bi xwe, dê bi ser wan girêk û pirsgirêkan bikeve û dê
nexşeya paşeroja xwe bi heman morala yekem hilbijartina parlementoyê
xêz bike û dê bi riya referandumê biryarê li ser pirsên çarenivîsazên xwe
bide.”




