Ozal di qonaxa hewldanên xwe de bo çareserkirina pirsa Kurd bi jehrê hat kuştin

Aşkere bû ku Serokomarê Tirkiyê yê berê Turgut Ozal di qonaxa hewldanên xwe de bo çareserkirina pirsa Kurd bi 4 madeyên jehrî hatiye kuştin.
Li gor rojnameya Zaman a Tirkiyê, piştî vekirina gora Turgut Ozal ku sala 1993 mirîye vekolînkirina ser nimûneyên canê wî, doktoran 4 madeyên jehrî (1. DDT. 2. Kadmiyun. 3. Amerikyum. 4. Polonyum) tesbît kirine.
Turgut Ozal yê ku sala 1989`an bibû serokomarê Tirkiyê, bi fermî sala 1993`an hate ragihandin ku bi kiriza dil miriye û ji wê demê de dihate guman kirin ne asayî ew hatiye kuştin.
Ozal yê bi netew Kurd bû, di qonaxa hewldanên xwe de bo çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê jiyana xwe ji dest da.




