26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ewnî: Pêwîst e Kurdistan şêweyê gotûbêjên xwe ligel Bexdayê biguhere

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Endamekî Serkirdatiya PDKê dibêje, pêwîst e Kurdistan
 
şêweyê gotûbêjên xwe ligel Bexdayê biguhere û dipirse, ma çî kurdan li
 
Bexdayê maye heta ku daxwaza şeraketê jê bikin?.
 
Elî Ewnî Endamê Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurd ti
 
îmtiyazên wan Iraqê nemaye. Bûdce bû, ew jî nema didin. Alîkariya
 
Pêşmerge bû, wê jî nema dikin. Pirsgirêkan ji hinardina petrola Kurdistanê
 
re derdixin û xwe ji hemû erkên yasayî û destûrî didizin.”
 
Ewnî wiha got: “Em hatiye ku em awayê gotûbêjên xwe ligel Bexdayê
 
biguherin û ji wan re bêjin dem hatiye ku em wek 2 cîranên baş bijîn û ji me
 
herdu aliyan re jî ew yek baş e. Wê demê ne Bexda xwe bi me mijûl dike û
 
ne çavê me li ser Bexdauê dimîne. Wê demê emê kar bikin ku aboriya me
 
hebe.”
 
Wî endamê serkirdatiya PDKê wiha domand: “Pir girîng e awayê gotûbêjên
 
Herêma Kurdistanê ligel welatên derve jî bê guhertin da ku em ji wan re
 
bêjin ku ti metirsiya me li ser kesî tune ye.”

Nûçeyên têkildar