26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Bendava Mûsilê Pêşmerge êrişa DAIŞê têk birin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Alîkarê Fermandarê Pêşmergeyên Zêrevanî li Bendava
 
Mûslê ragihand ku Hêzên Pêşmerge êrişeke terorîstên DAIŞê têk birin û
 
derbeyeke mezin li wan dan û gellek termên wan li erdê mane.
 
Emîd Hêriş Mamendaxa ji malpera KDP.info re ragihand: “Saet 4ê sere
 
sibeha Çarşemê, terorîstên DAIŞê êriş kirin ser çeperên Hêzên Pêşmerge li
 
çarêya Aska Mûsilê û xalên burcê jî ku dikevin ser Askî Mûsilê, lê Hêzên
 
Pêşmerge her zû bi tundî bersiva wan dan û di nava 2 saetan de hatin
 
şikandin.”
 
Emîd Hêriş wiha got: “Di wê pevçûnê de Hêzên Pêşmerge gellek terorîstên
 
wan kuştin, ku termên wan li erdê mane, ew jî beriya ku xwe nêzîkî çeperên
 
Pêşmerge bikin. Herwiha jibilî termên ku ketine destê Pêşmerge, gellek
 
birîndar jî hene û gellek term bi xwe re jî birine.”

Nûçeyên têkildar