Brîtanya li ser alîkariya Herêma Kurditanê berdewam dibe

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Şanderê taybet yê asayîşa Hikûmeta Brîtanya bo Herêma Kurdistanê tekez
kir ku ji wan re girîng e ji nêzîk ve agahdarî pêşhatên rewşa Iraqê û Herêma
Kurdistanê û şerê terorîstên DAIŞê bin û tekez kir ku pêwîst e
hevahengiyeke temam di navbera aliyan de hebe di şerê li dijî terorîstên
DAIŞêde hebe bi taybetî di operasyona azadkirina Mûsilê de.
Îro Çarşemê 18.5.2016 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Asayîşa Hikûmeta Brîtanya bo Herêma
Kurdistanê û Şêwirmendê leşkerî bo Rojhilata Navîn General Tom Beykt û
şanda pê re kir.
Di wê hevdîtina ku Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî amade
bû, şanda mêvan behsa mêrxasî û qehremaniya Hêzên Pêşmerge kir di şerê
li dijî DAIŞê de û tekez kir li ser berdewamiya alîkariya Brîtanya bo herêma
Kurdistanê.
Şanda mêvan herwiha tekez kir ku ji wan re girîng e ku ji nêzîk ve agahdarî
pêşhatên dawî yên rewşa Iraq û kurdistanê û şerê li dijî terorîstên DAIŞê
bin, bi taybetî di şerê Mûsilê de, da ku bikaribin baştirîn û mezintirîn
serkeftinê li dijî terorê de bi dest bînin, ji ber ku teror li ser hemû cîhana
azad de gef e.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya wê serdanê û
alîkariyên berdewam ên Brîtanya bo Herêma Kurdistanê kir û tekez kir ku
ew niha qonaxeke nû ya şerê li dijî DAIŞê de ne û azadkirina Mûsilê jî yek ji
pêngavên herî girîng ên vê qonaxê ne, lê pêwîst e operasyon li gorî pilaneke
baş be û hemû alî di wê pilanê de erk û berpirsyaretiya wan diyar be û
pêngava piştre jî ew e ku bi ciddî hizir li wê yekê bê kirin ku çawa aramî
vegere wan navçeyên azadkirî.




