Mesrûr Barzanî: Em dixwaza gotûbejekê bo paşerojê ligek Bexda dikin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Berîtanyayê kir û di wê hevdîtinê de got, em daxwaza gotûbêjeke aştiyane ligel Bexdayê dikin da ku baweriyek bê avakirin, ku em herdu alî li tenişt hev wek 2 cîran bijîn.
Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke leşkerî ya Berîtanî a bi Serokatiya Şêwirmendê wezareta berevanî ya Berîtanyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn General Thomas Anthony Beckett kir û di civînê de Mesrûr Barzanî daxwaza destpê kirina giftûgoyên aştiyane li gel Bexdayê bo çê kirina baweriyek bo dawî anîn bi aloziyên dîrokî yên di navbera her du aliyan û bi yeksanî û hevsengî li cem hevûdu weke cîranan bijin.
Mesrûr Barzanî herwiha di peyvekî de derbarê derbas bûna sed salan bi ser peymana Sykes Picot de got: “Îsrarkirin li ser ev stemkariya ku jiber ev peymana han hatiye kirin vê bibe sedema wêrankariyên zêdetir lewre dem dema vê yekê ye ku li ser çareseriyeke nû û serrast kirina şaştiyên dîrokî bihizrin.”
Di berdewamiya civîna han de behsa şerê dijî terorîstên DAIŞê li Sûriya û Îraqê û deverên din de hate kirin û General Thomas Anthony Beckett tekez li ser girêdayî bûna Berîtanyayê bo dabîn kirina çek û cebelxane bo hêzên pêşmerge û herwiha hewldanên Berîtanyayê bo pêşkêş kirina hevkariyên zêdetir bo hêzên pêşmerge bi taybetî di warê perwerde kirinê de kir û got: “Beşdariya we di vê şera han ya mezin a cîhanî de gelek girîng û bi bandore û ew yek jî bû sedema vê yekê ku li seraserê cîhanî bi rêzdarî ve behsa rola Kurd û hêzên pêşmerge were kirin.”
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa rewşa bajarên mezin yên Iraqê yên ku heta niha di destê terorîstên DAIŞê dene hate nirxandin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî eşkere kir ku şikesta leşkerî ya DAIŞê asane lê nehêştina ew sedemên ku bûne sedema çê bûna DAIŞê û yên weke vê hewldan û dema zêdetir jê re dive lewre lazim e hevpeymaniya cîhanî di her warekî de hevkar be daku ew kêşeya han bi awayekî bingehîn were çareserkirin û sedemên vê jî ji holê werin rakirin.




