Vatîkan: Xristiyan piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê û Barzanî dikin

Hewlêr-KDP.info- Li gorî nûçeyeke ajansa fermî ya Vatîkanê, xristiyanên
Mûsilê dest bi kampanyayekê kirine bo naskirina serxwebûna Kurdistanê bi
awayekî fermî.
Ajansa Fermî ya Vatîkanê (Fides) amaje bi wê yekê dike ku xristiyanên kild û
siryanî û herwiha xristiyanên ku ji Sûriyê ji ber şerê DAIŞê koçber bûne û
niha li Dihokê ne li Herêma Kurdistanê bi cîh bûne û piştgiriyê li serxwebûna
Kurdistanê dikin.
Xristiyan jibilî piştgiriya li serxwebûna Kurdistanê piştevaniyê li Serokê
Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hêzên Pêşmerge, herwiha daxwaza
rizgarkirina navçeyên xwe ji destê DAIŞê, da ku vegerin ser mal û halê xwe.




