26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya Serokomarê Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya
 
Serokomarê Iraqê Fûad Mehsum kir û di wê hevdîtinê de guhertin û
 
pêşhatên dawî yên siyasî û emniyên Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê
 
xistin ber behs û di derbarê hengavên çareserkirina proseya siyasî ya Iraqê
 
guftûgo kirin.
 
Îro sêşem 17.05.2016 Dr. Fuad Mehsum Serokomarê Iraqê li Selahedîn
 
serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.
 
Di kombunê de guhertin û pêşhatên dawî yên siyasî û emniyên Iraq û
 
Herêma Kurdistan û navçeyê xistin ber behs û di derbarê hengavên
 
çareserkirina proseya siyasî ya Iraqê guftûgo kirin.
 
Li mijareke dinê civînê de tekez li ser pabendbûna çareseriyên diyalog û
 
guftûgoyên binyatner ya li çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma
 
Kurdistan û Hikûmeta Federal kirin.
 
Li dirêjahiya kombuna di navbera Serokomarê Iraqê û Serokê Herêma
 
Kurdistanê de, serkeftinên Pêşmerge û rola hêzên Iraqî ya li rûbirûbuna
 
rêxistina terorîstî ya Da'îş bilind hate nirxandin.

Nûçeyên têkildar