26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewramî: Şandeke Kurdistanê serdana Bexdayê dike..Emê bi aştiyane referandumê lidar bixin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Dervea yê PDKê Hêmin
 
Hewramî ragihand ku şandeke pilebilind a Kurdistanê derbarê lidarxistina
 
referandumê û bo gotûbêjkirin û çareserkirina pirsgirêkên navbera herdu
 
aliyan dê serdana Bexdayê bike.
 
Hêmin Hewramî pêşwazî li Berpirsa Ofîsa Kanada li Herêma Kurdistanê
 
Zeyneb Elyava kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku eger Hikûmeta Bexdayê
 
pêbendî madeyên destûr û rêkeftinan bibe û mercên şeraketa rasteqîne û
 
pêkvejiyanê û tebayî di navbera pêkhatan de qebûl bike, egera
 
lidarnexistina referandumê heye.
 
Hewramî wiha got: “Lê eger herdu aliyan lihev nekirin, dê referandum were
 
lidarxistin û emê pêbendî biryara milet bin.”
 
Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan kêfxweşiya xwe bo vê hevdîtinê diyar kir û hêvî
 
xwest ku ezmûna Kurdistanê zêdetir ber bi pêşve biçe û got ku pêwîst e
 
girift û nakokî bi demokrasî bên çareserkirin.

Nûçeyên têkildar