Îro festîvala referandumê tê lidarxistin..Armanc serxwebûn e

Hewlêr-KDP.info- Biryar e îro piştî nîvro li Hewlêrê festivaleke cemawerî bo lidarxistina referandumê û serxwebûna Kurdistanê birêve biçe.
Yek ji rêkxerên festîvalê Necmedîn Hesen ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê êvarê saet 4 dê festîvaleke cemawerî bo referandumê tê lidarxistin ku ji otêla Şîraton heta pêşiya pêşiya Kelayê birêve çû û tê de birgeyên serencrakêş û cuda tên lidarxistin, lewma em daxwaz ji hemû xelkê dikin bo ku piştgiriyê li festîvalê bikin û beşdarbin.”
Hesen wiha got: “Em nêzîkî 20 xortên Hewlêrê ne, me xwebexiş ew festîval rêk xist û armanca wê jî lidarxistina referandumê û Herêma Kurdistanê serxwebûnê werbigire.”




