Seydo: PKK dibêje em bi Iraqê ve hatine girêdan..Em li hêviya bersiva Bexda ne

Mûsil-KDP.info- Serokê Frakisyona Birayetî û Pêkvejiyanê di Encumena Parêzgeha Mûsilê de ragihand ku wan daxwaz ji PKKê û her hêzeke din ku neyasayî ne li Şingalê kiriye ku ji navendên hikûmî derkevin, herwiha wan bi fermî ev daxwaz ji Bexdayê kiriye.
Seydo Çeto Serokê Frakisyona Birayetî û Pêkvejiyanê di Encumena Parêzgeha Mûsilê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Me li Encumena Parêzgehê biryar daye ku hêzên PKKê ji navendên hikûmî yên Şingalê derkevin û me wek Frakisyona Birayetî û Pêkvejiyanê me daxuyaniyek derxistiye û me tekez li ser heman biryarê kiriye. Herwiha me serdana wan jî kiriye û me daxwaz ji wan kiriye ku ji fermangeh û cihên hikûmî derkevin û me daxwaz jî kiriye ku ligel wan çi hêzeke din jî wek PKK neyasayî be, ji ber tenê Hêzên Pêşmerge û polîsên navxwe hêzên fermî ne di Şingalê de.”
Seydo wiha got: “PKK dibêje em bi Bexdayê ve hatine girêdan, lewma me jî bi fermî daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kiriye û me ji wan pirsyar kir ku çawa PKKê ser bi Bexdayê ve ye? Lewma em niha li hêviya bersiva Bexdayê ne.”




