Şêx Şamo: Em piştgriya referandumê dikin bo deverêm me vergerin ser herêmê

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê kurdên êzdî di Parlementoya Kurdistanê de
ragihand ku kurdên êzdî piştgiriyê li referandumê dikin da ku Şingal û
navçeyên din ên kurdistanî li Mûsilê bi zûtirîn dem vegerin ser Herêma
Kurdistanê.
Şêx Şamo Nûnerê kurdên êzdî di Parlementoya Kurdistanê de ji malpera
KDP.info re ragihand: “Kurdên êzdî piştgiriyê li referanduma Kurdistanê
dikin da ku Şingal û navçeyên din ên kurdistanî li Mûsilê bi zûtirîn dem
vegerin ser Herêma Kurdistanê.”
Şamo wiha got: “Em wek kurdên êzdî em naxwazin hêj ser bi parêzgeha
mûsilê bin, lewma berdewam em kar dikin ku Şingal bibe parêzgeh û vegere
ser Herêma Kurdistanê ji ber ku eger di van salên borî de neteweyên din
carekê derbeder bûne, kurdên êzdî 2 caran derbeder bûne û rastî qirkirinê
hatine, ku dema Kurdistan perçe bû êzdî jî bûn çar perçe û ji ber rêkeftina
Saykis Bîko kurdan gellek nexweşî dîtine û niha ew rêkeftin ber bi nemanê
ve diçe, ji ber ku ligel rastiya niha ya Kurdistanê pêk nayê û dive ji niv re
nexşeya navçeyê bê xêzkirin.”




