Serok Barzanî: Saykis Pîko bi dawî hatiye..Bi piştrastî gel dê biryara xwe bide

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta
derbasbûna 100 salî bi ser rêkeftina Saykis Pîko de ragihand ku bi piştrastî
dê gel kurd dê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, ji ber ku Saykis Pîko bi dawî
hatiye.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
Sed sal bi ser peymana Saykis Pîko derbas dibe. Ew rêkeftina piştî Şerê
Cîhanî yê Yekem, bû sedema dabeşbûna navçeyê, bêyî wê yekê raya
nîştecihên wê û xwezaya demografya navçeyê berçav bigre û zulmekî mezin
li gelên navçeyê û bi taybetî li gelê Kurdistanê hat kirin.
Encama wê peymanê bi dereceya yekem ji bo gelê Kurdistanê li çarçoveya
dewleta Iraqê de karesatbar bû. Ew dewleta ku li ser bingeha şeraketa ji dû
neteweyên serekî Kurd û Ereb hatibû damezrandin, di rastiyê de şeraketa
Kurdan hat piştguhxistin û ji aliyê Hikûmet û rejîmên yek li pey yek ên Iraqê
mezintirîn karesat û zulim û înkarê derbarê gelê Kurdistanê de hat pêkanîn.
Beşa gelê Kurdistanê ji wê şeraketê, enfalkirina 12 hezar gencên Feylî, 8
hezar Barzanî û 182 hezar hemwelatiyên Kurd li Germiyan û navçeyên din û
kîmyabarankirina Helebçe û wêrankirina 4 hezar û 500 gund û bierebkirinê
û şer û kavilkarî û jenosîd bû.
Piştî Raperîna 1991ê, gelê Kurdistanê xwest rûpeleke nû veke ligel dewleta
Iraqê û destê xwe ji bo tolhildanê nebir. Lê belê Hikûmeta Iraqê li ser
binpêkirinên xwe de berdewam bû. Piştî 2003 û piştî rûxana rejîma Be'sê
gelê Kurdistanê bi navê binyatnana Iraqê li ser bingeha şeraket û demokrasî
û federalîzmê hemû şiyana xwe bikaranî bo ku rewşa Iraqê baştir bibe û
destûr bê nivîsîn û şeraket û hevpeymanî biçespê. Lê belê di rastiyê de kar
bi destûrê nehat kirin û Hikûmeta Iraqê xwe ji pabendbûnan veşart û
şeraket binpê kir û dahata xelkê Kurdistanê jî birî.
Şer û karesat û nearamî û tundrewî û bê beşbûn, derencama wê peymanê
bû ku bi zorê pêkhatên li navçeyê û bi taybetî li Iraqê de pêkve girêda. Ji wê
dema ku bi zorê pêkve girêdanê û heta niha gelên Kurdistanê û Iraq û
navçeyê aştî û aramiyê bi xwe ve nedîtiye.
Niha bi kirdarî Iraq hatiye dabeşkirin û mezhebgeriyê hêlên wê dabeşbûnê
pêk anîne. Li Iraq û Sûriyê û gelek welatên din DAIŞê sînor têk dane û
sînorên nû pêkaniye. Di vê rewşa niha ya Iraqê jî de gelê Kurdistanê bi tu
awayekî ne berpirsiyar e. Berpirsiyariya vê rewşê dikevê stûyê wan kesên
sed sal berî niha navçe dabeş kirin û herwiha siyaseta şaş a desthiladarên
navçeyê û Bexda ku xwest bi zora çek û serkutkariyê aramiyê dirust bikin û li
wir de ser neketin.
Piştî sed sal dabeşbûn û ked û êşan, gelê Kurdistanê hemû rêyekî ji bo
parastina yekparçeyî ya Iraqê û dewlet bi wateya rastiyê ceribandiye, lê
belê sûda xwe nebûye. Di vê rewşê de memnun dibim ku yek bê û ji me re
bibêje gelê Kurdistanê êdî çi bike yan çi tiştekî din kiriba bo ku Iraq bi
yekgirtî bimîne?.
Bi navê rêgirtina şer û nearamî û karesatên din pêwîst e pêdaçûn bi
peymana Saykis Pîko bê kirin, ji ber ku êdî nîştecihên Iraqê bi şer û nakokî û
tundrewiyê hev nagire. Nabê pêdagirî li ser dûbarebûna şaşiya sed sal û
karesatan bê kirin û pêwîst e civaka navdewletî û welatên herêmê wê yekê
têbigihin ku ji bo dawîanîna êşên Iraqê divê vegerîne ser sirûşt û îrade û
daxwaza nîştecihên navçeyên Iraqê û li ser wan bingehan biryar li ser awayê
jiyan û paşaroja siyasî bidin. Di derbarê çarenivîsa gelê Kurd li parçeyên din
jî, ewe her parçeyek taybetmendî û rewşa xwe ya taybet heye û pêwîst e
doza Kurd li parçeyên din da bi aştî û diyalog û li gor taybetmendiyên her
parçeyek bê çareserkirin.
Divê ew rastiya niha ku li holê de ye bê naskirin, çemka hemwelatîbûn
dirust nebû û niha jî sînor û serwerî wateya xwe nemaye û Saykis Pîko bi
dawî hatiye. Ji bo wê yekê wekî berpirsiyariyekî dîrokî pêwîst e hemû welat
û civaka navdewletî li şûna pêdagiriya li ser berdewambûna azarên xelkê
Iraqê, bên û bîr li çareseriya rastiyane û rastiya Iraq û navçeyê bikin. Naxwe
şer û tundrewî û karesat dê her berdewam bin û aştî û asayîşa navdewletî jî
dikevê metirsiyê de.
Li vê rewşa dijwar a niha de şaşiyeke dîrokî jî li ber hemû aliyeke bo ku rê li
karesat û êşan bê girtin û ezmûna berê û pêşerojê dûbare nebê. Li sed
saliya peymana Saykis Pîko de daxwaz dikim guftûgoyekî ciddî di navbera
Herêma Kurdistan û Bexdayê de destpê bike, ji bo gihîştina bi çareseriyeke
nû û eger şeraket serkeftî nebû bila em bira û cîranên baş bîn.
Eger aliyên siyasî jî bixwazin bi hêncetên cûda di vê derfeta dîrokî de ji
berpirsiyariyê xwe birevin, dê gel her biryara xwe dide û biryara gel jî ji
hemû biryarekê bihêztir û rewatir e û bi piştrastî jî gel dê biryara xwe dide.




