Pisporekî siyasî: Pêwîst e em derfeta serxwebûnê jidest nedin

Hewlêr-KDP.info- Pisporekî siyaseta navdewletî dibêje, piştî derbasbûna 100 salî bi ser rêkeftina Saykis Pîko de, niha guhertineke nû dirust bûye û hevsengiya hêzê hatiye guhertin û kurd ji aliyê leşkerî ve hêza yekê ye di Iraqê de, lewma pêwîst e nava mala xwe rêk bixin û vê derfeta serxwebûnê ji destê xwe nebin.
Dr. Mûsa Keval Çavdêrê siyasî û pispor di siyaseta navdewletî de ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema rêkeftina Saykis Pîko hat îmzekirin kurd bûn qurbanî 4 dewletan, lê niha guhertineke nû dirust bûye û hevsengiya hêzê hatiye guhertin û niha ji aliyê leşkerî ve kurd di asta yekê de ye, lewma welatên cîhanê giringiyeke mezin didin kurdan, lê tişta ku pirsgirêk e, kurd di nav xwe de li herçar perçên Kurdistanê neyek in û pirsgirêkên wan hene, ku ev jî xaleke lawaz e, ku di berê jî ziyan gihandiye kurdan.”
Keval wiha got: “Madam bandora kurdan ji aliyê leşkerî û siyasî heye, pirsgirêkên navxwe hêsan in û çareser dibin eger xwe ji hev re daxin û nakokiyên xwe çareser bikin.”areser bikin.”




