26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Dihok behsa nemana Saykis Pîko û avakirina dewleta Kurdistanê dike”

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Serokê Zanîngeha Dihokê Dr. Muslih Dihokî ragihand ku îro li Zanîngeha Dihokê semînarek li ser dewletbûnê û bi taybetî dewleta Kurdistanê piştî derbasbûna 100 salî bi ser rêkeftina Saykis Pîko de tê kirin.

Dr. Muslih Dihokî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li Zanîngeha Dihokê îro Duşemê ku hevdem e ligel rêkeftina Saykis Pîko semînarek heye li ser dewletbûnê û bi taybetî jî dewleta Kurdistanê piştî derbasbûna 100 salî bi ser rêkeftina Saykis Pîko ku di wê semînarê de bi dehan pispor û mamostayên biyanî amade dibin û behsa çawaniya hilweşandina rêkeftina Saykis Pîko û avakirina dewleta Kurdistanê dikin.”

Dihokî wiha got: “Bi nêrîna min baştirîn derfet ji kurdna re hatiye û nabe vê derfetê ji destê xwe bibin û divê em referandumê lidar bixin û dewleta Kurdistanê rabighînin, ji ber ku eger em berê xwe bidin hikûmeta Iraqê roj bi roj ber bi nemanê ve diçe, lewma pêwîst e kurd paşeroja xwe ligel hikûmeteke faşil mîna hikûmeta Iraqê diyar bike, da ku xebata çendîn sal a gelê kurd vala neçe.”

Nûçeyên têkildar