26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qehwecî: Referandum pirseke miştimanî ye..Da ku serxwebûn bê ragihandin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Çaksaziya Pêşkeftiya Tirkmanan
 
Mûna Qehwecî got, em daxwaza bi zûtirîn dem referandum bê kirin, ji ber
 
ku bi encamdana wê referandum û ragihandina serxwebûna Kurdistanê dê
 
hemû pirsgirêkên navxwe çareser bibin.
 
Mûna Qehwecî ji malpera KDP.info re ragihand: “Wek aliyekî siyasî yê
 
tirkmanî piştî derbasbûna 100 salî bi ser rêkeftina Saykis Bîko de, em
 
daxwaz dikin ku bi zûtirîn dem referandum bê kirin û xelkê Kurdistanê bi
 
tevahiya pêkhate û netew û olan û mezheban pişta wê bigirin da ku
 
referandum bê kirin.”
 
Qehwecî wiha got: “Divê hemû aliyên siyasîyekdeng û yekhelwest bin û
 
yekrêziya xwe biparêzin ji ber ku referandum pirseke niştimanî ye û ne tenê
 
pêwendiya wê bi partiyekê heye, lê belê girêdayî hemû partiyan e, lewma
 
pêwîst e zû were lidarxistin û ragihandina serxwebûna Kurdistanê dê hemû
 
pirsgirêkên navxwe çareser bibin.”

Nûçeyên têkildar