26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî sersaxî ji Mesûd Tek re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji ber koça dawî ya dayika Sekreterê Partiya Sosyalist a Kurdistanê – Bakur Mesûd Tek, di peyamekê de sersaxî jê re xwest.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

Birayê birêz Mesûd Tek Sekreterê Partiya Sosyalist a Kurdistanê – Bakur

Mixabin ku nûçeya koça dawî ya dayîka we gihîşt me. Di vê boneya xemgîn de, ez pirse û sersaxiyê pêşkêşî te û malbat û heval û dostên te dikim û ez xwe bi şirîkê xema we dibînim.

Ji xwedayê mezin lavakar im ku rehmetiya dayika te bixe ber dilvaniya xwe û sebir û aramiyê jî bide hemû aliyekî.

Nûçeyên têkildar