Îran û Herêma Kurdistanê dixwazin pêvendiyên xwe pêş bixin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê Îtlaata Komara Îslamî ya Îranê Mehmûd Elewî li Hewlêrê hevdîtinek pêkanîn.
Di hevdîtinê de behs li ser peyvendiyên du alî yên herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê hate kirin û her du aliyan jî îşaret bi giringiya pêşxistina peyvendiyan kir.
Di vê derbarê de malpera fermî ya Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê puxteyek ango kurteyekî hevdîtinê ji ajansa BasNewsê re birêkiriye û naveroka hevdîtinê waha ye:
Êvara 14.05.2016ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li wezîrê Îtlaata Komara Îslamî ya Îranê birêz Seyîd Dr. Mehmûd Elewî û şanda li gel kir.
Di hevdîtinê de şanda mêvan kêfxwaşiya ya serdana Herêma Kurdistanê anîn ziman û diyar kirin bi giringiyeke zor ve peyvendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê didin.
Herwaha tekez kir ev peyvendiyana xwedî bingehekî dîrokî ne û Îran herdem Herêma Kurdistanê wek dost û cîhê peyvendiyên baş û aram ê navçeyê dizane.
Ji aliyê xwe birêz Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî spasiya vê serdanê û Komara Îslamiya Îranê kir ku herdema piştîwaniya herêma Kurdistanê kiriye û diyar kir, herêma Kurdistanê herdema amadeye dostaniyê û peyvendiyan ligel komara Îslamiya Îranê berfirehtir bike û amadebuna xwe ya wan peyvendiyan di hemû aliyan de berfireh bikin û pêşbixin jî diyar kir.
Di beşeke din ê hevdîtinê de herdu alî nêrînên xwe yên di derbarê rewşa naha ya herêma Kurdistanê û Iraqê û herwaha bi giştî herêmê û şer ê dijî terorîstên DAIŞê li gel yek parve kirin.




