Kurd li her derî peymana Sykes-Picot şermezar dikin

Hewlêr-KDP.info- Di 100emîn salvegera peymana Sykes-Picot de, kurd li
hundir û derveyî Kurdistanê peymana han şermezar dikin.
Kurd li her derî, çi li Kurdistanê çi li derveyî Kurdistanê, peymana han û yên
ku ew peyman îmze kirin, şermezar dikin û nerazîbûna xwe li hember wê
peymanê nîşan didin.
Ewropa
Li Bajarê Koln yê Almanyayê Kurdên ku, li Ewropayê dimînin, bi armanca
şermezarkirina rêkeftina Sykes-Picot xwepêşandaneke berfireh birêve dibin.
Îro li bajarê Kolnê yê Almanyayê welatiyên Kurd ên ku li hemû welat û
bajarên Ewropayê dimînin, bi armanca şermezar kirina rêkeftina Sykes-Picot
û perçekirina Kurdistanê kombûneke berfireh birêve birin û di çalakiyê de
Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê beşdar bûne.
Di wê çalakiya berfireh de hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê
beşdar bûne. Xwepêşandan saet 1ê nîvro bi dema Almanyayê dest pê kir.
Rojavayê Kurdistanê
Li piraniya bajar û deverên Kurdistana Rojava jî kurd bi meş û
xwepêşandanan peymana Sykes-Picot şermezar dikin.
Li bajarên Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Dirbasiyê, Girkê Legê, Til Temirê, Serê
Kaniyê û Hesekê bi armanca şermezarkirina rêkeftina Sykes-Pîcot û
derbasbûna 100 salan bi ser îmzekirina wê de, xwepêşandan tên kirin.
Bakur
Îro li bajarê Amedê yê Kurdistana Bakûr, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
bi daxuyaniyeke nivîskî ew peyman şermezar kir.
Di daxuyaniya PSKê de ku ji raya giştî re hat xwendin, hat gotin ku peymana
Sykes-Picot bûye sedema nearamiya Rojhelata Navîn.
Beriya xwendina daxuyaniyê, Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek li ser
peymana Sykes-Picot ji rojnamevanan re axivî û got, kurd bi vê peymanê bê
statû mane. Bi vê peymanê, Iraq ava bû Sûriye ava bû Urdin ava bû lê kurd
hatiye piştguhxistin. Ji ber wê jî divê em kurd hemû li dijî vê peymanê
derkevin. Em dixwazin dema li Rojhilata Navîn statûyek nû çêbû, guhdarî
daxwaziyên kurdan jî bê kirin.




