26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Teyfur: Bo lidarxistina referandumê, PDK dê têkeliyê bi aliyên siyasî re bike

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Endamekî Polîtburoya PDKê dibêje, emê pêwendiyê bi
 
aliyên siyasî re bikin bo lidarxistina referandumê, da ku di demeke diyarkirî
 
de lidar bikeve.
 
Arif Teyfur Endamê Polîtburoya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand:
 
“Polîtburoya PDKê hatiye raspardin ku bi zûtirîn dem pêwendiyê bi YNKê re
 
bike û piştre serdana aliyên siyasî yên din jî bike bo lidarxistina
 
referandumê, ji ber ku pêwîst e referandum di demeke diyarkirî de were
 
lidarxistin.”
 
Wek Arif Teyfur dibêje, niha rewş guncaw e ku referandum were lidarxistin
 
û eger aliyek amade nebe ku beşdarî referandumê bibe, wê demê ew
 
berpirsyaretiya xwe radike û ti gotina wan li pêşiya dîrokê nabe.

Nûçeyên têkildar