Medyayeke brîtanî: Kurdistan li ser pêngavên xwe bo serxwebûnê berdewam dibe

Hewlêr-KDP.info- Medyayeke brîtanî petrolê wek bingehekê bo aboriya
Herêma Kurdistanê datîne û di babetekê de behsa giringiya petrola
Kurdistanê dike û dibêje Kurdistan li li ser pêngavên xwe bo serxwebûnê
berdewam dibe.
Malpera The New Mail a brîtanî amaje bi piştevaniya mezin a petrolê bo
aboriya Herêma Kurdistanê dide, ku bûye çavkaniya dahatê û dibêje petrol
pêdviyên xelkê Kurdistanê peyda dike. Herwiha ew malper dibêje, petrola
Kurdistanê pêwendiyên Hewlêrê bi welatan re bihêz kiriye bi taybetî jî
Enqere, ku Kurdistan bi riya wî welatî dikare bazirganiyê bi petrolê bike, bi
awayekî ku dema Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana wî welatî dike bi
germî tê pêşwazîkirin û ala Kurdistanê di pêşwaziya wê de datînin.
Wê malpera nivîsandiye ku, petrol pêwîstiyeke girîng e û Kurdistan
berdewam dibe li ser pêngavên wê ber bi serxwebûnê ve û petrol alîkariya
wê yekê dike, ji ber ku petrol wê bi derve ve girê dide.




