26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewramî: Bihêzkirina pêwendiya Kurdistan û Rûsya di berjewendiya herdu aliyan de ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamê Serkirdatiya PDKê Hêmin Hewramî ronahî xist ser serdana Mosko û hevdîtinên şanda PDKê bo wî welatî û got, bihêzkirina pêwendiya Kurdistan û Rûsya di berjewendiya herdu aliyan de ye.

Hêmin Hewramî ku Berpirsê Pêwendiyên derve yên PDKê ye di dema pêşwaziya li Vîktor Sîmakov Konsulê Giştî yê Rûsya li Hewlêrê û Îxur Lîtfînov Yarîderê Konsulê Giştî yê Rûsya li Hewlêrê amaje bi girîngiya wan pêwendiyan kir bo rûbirûbûna DAIŞ û terorê, herwiha Rûsya wek navendekî biryara navdewletî girîng bo Herêma Kurdistanê da zanîn. Her di wê rewangehê de Hewramî nêrîna PDKê bo giringîdan û çawaniya pêşxistin û hevahengiya zêdetir bi hemû waran diyar kir.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Rûsya jî kêfxweşiya xwe bi serdana şanda PDKê bo Rûsya diyar kir û ew hevdîtin bi girîng da zanî û behsa girîngiya pêwendiya di navbera herdu aliyan kir û ragihand ku bihêzkirina wan pêwendiyan ligel Kurdistanê bi giştî û PDKê bi taybetî bo Rûsya di berjewendiya jinavbirina DAIŞê de ye.

Sîmakov ragihand ku bi hemû awayekî di hewla pêşxistina pêwendiyan de ne û di wî warî de gotûbêj li ser rewşa Kurdistanê û navçeyê û pêwendiya Hewlê û Bexdayê de kirin.

Nûçeyên têkildar