Serok Barzanî: Şerê Hendirên, rojeke dîrokî ye ji canfîdaya Pêşmerge û xweragiriya gelê me
__2016_05_12_h15m29s16__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi armaca
50.mîn salvegera şerê Hindirînê peyamek weşand û tê de ragihand ku, şerê
Hendirên, rojeke dîrokî ye ji canfîdaya Pêşmerge û xweragiriya gelê me.
Ev jî tekesta daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê ye:
Îro 50. saliya salvegera zêrîna şerê Hindirêne û li cangoriya Pêşmerge û
xweragiriya gelê me de rojekî dîrokiye. Li 12.05.1966 da hêzên Pêşmerge
serkeftinekî bi rûmet li ser hêzên pir çekên zemînî û asmanî ya dijmin li
devera Rewanduz tomar kir ku ew hêz ji bo ji navbirina serkirdayetiya
şoreşê êrîşî navçeyê kiribû.
Li şer da li çiyayê hindirên û Zozik û Korek û Gera Emerdaxa, Hêzên
Pêşmergeyên Kurdistanê bi beşdariya Pêşmergeyên Partiya Komînîst(Hizba
Şu'î) bi pêkve, destanekî qehremanane tomar kir û hêza dijmin li ber yek
hilweşand. Li vê şerê da Lîwaya Çara Cebelî û Lîwaya Yek û Lîwaya Sêya
Artêşa dijmin bi tevahî hate têkşikandin.
Ev qehremaniya Pêşmerge, plana metirsîdarê dijminên Kurdistanê şikand û
serkeftinekî mezin û li xebata rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de werçerxanek
bû ku bandoreke siyasî li pişt xwe bi cîh hişt û bingehê ji bo agirbestê
rexsand.
Bîranîna vê destanê bilind radigrîn ku li dîroka gelê me de rûpeleke bi
rûmete. Li salvegera bîranîna pêncih saliya destana Hindirên de silav ji bo
giyanê pakê şehîdên vê destanê dişînîn ku xwîna xwe ya pak çiyayên xwe
rengîn kirin û herdem wekî stêreke geş li asîmana xebata gelê Kurdistanê bi
navê azadiyê da dimînin.
Silav li giyanê pakê wan Pêşmergeyên aza û xebatgêran ku beşdarî vê
destanê bûne û niha li nav me da nemane û destê wan Pêşmergeyên
serbilind destana Hindirên diguvêşim ku hê jî li jiyanê da mane û her
bimînin ji bo Kurd û Kurdistan. Serkeftinên niha ya Hêzên Pêşmergeyên
Kurdistanê li beranber terorîstan û nehezan berdewamiya heman
qehremanî û berxwedane ku Pêşmerge li qonaxên cûda cûda yên şoreş û
xebatê da nîşandaye û dijmin li her berg û rengek da bê, li beranber
azayetiya Pêşmerge çokê datîne.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12.05.2016




