26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Maceristan û Kurdistan pêwendiyên xwe pêş dixin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Bergiriyê yê Maceristanê di hevdîtinekê de ligel
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ragihand ku welatê wî
 
û civaka navdewletî bi awayekî giştî birêz û teqdîreke mezin li rol û
 
qehremaniya Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê de dibînin, ji ber ku
 
berdewam serkeftinê bi dest ve tînin û xwîna xwe Herêma Kurdistanê û
 
hemû cîhanê ji tirs û gefa terorê diparêzin.
 
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro danê sibeha
 
Pêncşema 12-5- 2016 pêşwazî li Îstîvan Şimîçko Wezîrê Bergiriyê yê
 
Maceristanê û şanda pê re ya leşkerî û dîplomatîk kir.
 
Di wê hevdîtinê de Wezîrê Bergiriyê yê Maceristanê dilxweşiya xwe bi
 
serdana Herêma Kurdistanê û hevdîtina ligel her yek ji Serok û Serokwezîrê
 
Herêma Kurdistanê diyar kir û piştgiriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê
 
di şerê li dijî terorê dûpat kir bi taybetî di warê hevkariyên leşkerî û
 
perwerdeya leşkerî bo Hêzên Pêşmerge.
 
Herwiha şanda mêvan tekez kir li ser wê yekê kir ku welatê wî û civaka
 
navdewletî bi awayekî giştî birêz û teqdîreke mezin li rol û qehremaniya
 
Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê de dibînin, ji ber ku berdewam
 
serkeftinê bi dest ve tînin û xwîna xwe Herêma Kurdistanê û hemû cîhanê ji
 
tirs û gefa terorê diparêzin.
 
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya wê serdana şanda
 
Maceristanê û piştgiriya wê bo Pêşmerge kir û daxwaz kir ku li ser alîkariyên
 
xwe berdewam bin û pesnê rola Maceristanê da di nava hevpeymaniya
 
navdewletî de û hêvî xwest ku wek endamekî hevpeymaniya navdewletî li
 
navendên navdewletî daxwaza piştgiriyeke zêdetir û berdewam bike bo
 
Herêma Kurdistanê.
 
Herwiha Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku Pêşmerge li şûna hemû cîhanê şerê
 
terorê dike ji ber ku teror ne tenê gef e li ser herêma Kurdistanê, lê belê li
 
ser hemû civaka navdewletî.
 
Di beşeke din a wê hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên di navbera
 
Maceristan û Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan hêvî
 
xwestin ku pêwendiyên wan pêş bikevin bi taybetî di warê perwerdeyê û
 
çandiniyê û kiltûrî û bazirganî.

Nûçeyên têkildar