Wezîrê Berevaniya Macarîstanê: Ne ji Pêşmerge ba terorîst nedihatin şikestin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Macarîstanê kir
û di dê hevdîtinê de şanda mêvan Balkişand li ser wê yekê ku Pêşmerge ji bo
azadiyê dicengê û tekez li wê yekê jî kir ku welatê wan agahdarî gefa aborî û
emnî ya Kurdistanê ne û li palpiştîkirin û hevkarîkirina serbazî ya hêzên
Pêşmergeyên Kurdistanê û çareserkirina birîndaran de berdewam dibê.
Roja çarşem 11.05.2016 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya
Stevan Shmechko Wezîrê Berevaniya Macarîstanê û şandekî li gel kir ku ji
hejmarek berpirsên bilindên siyasî û serbazî ya wî welatî pêkhatibûn.
Li civînê de Wezîrê Berevaniya Macarîstanê hevdîtina li gel Serok Barzanî bi
şerefekî mezin zanî û silavên Serok Komar û Serok Wezîrê Macarîstanê bi Serok
Barzanî gihand û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên
Kurdistanê ya li şikestdana terorîstan de hebû û ji bilî balkişandina wê yekê ku
welatê wan beşekî çalake li Hevpeymaniya dijî DAIŞê eve jî xisterû ku bi bêyî
Pêşmerge, terorîstên DAIŞê tûşî şikest û paşvekêşiyê nedibûn.
Balkişand li ser wê yekê ku Pêşmerge ji bo azadiyê dicengê û tekez li wê yekê jî
kir ku welatê wan agahdarî gefa aborî û emnî ya Kurdistanê ne û li palpiştîkirin
û hevkarîkirina serbazî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û çareserkirina
birîndaran de berdewam dibê.
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ji bo
piştevaniya wan ya li Herêma Kurdistanê spasî Serok û Hikûmet û gelê
Macarîstanê kir û pesnê xebata gelê Macarîstanê ya ji bo gihîştina bi azadiyê
kir.
Serok Barzanî li gotarek da behsa gefa terorîstên Da'îşê kir ku metirsiye li ser
hemû cîhan û jiyana mirovayetiyê û tekez li wê yekê kir ku ji bo ji navbirina
terorê, li hemû warên serbazî û fikrî û siyasî û aborî da hewlekî hemû aliyaneya
navdewletî û rêkûpêk pêwîste.
Serok Barzanî behsa serkeftinên hêzên Pêşmerge û şikandina efsaneya DAIŞê û
her wiha wan gefên aborî û serbaziyan kir ku rûbirûyê gelê Kurdistanê bûne û
eve jî xisterû ku Hikûmeta Iraqî li rûbirûbûna DAIŞê û hewandina milyonek û
heşt sed hezar koçberan de, wekî pêwîst yarmetiya Herêma Kurdistanê
nedaye.
Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa daxwazên rewayên gelê
Kurdistanê kir û wê yekê dûpatkir ku daxwazên gelê Kurdistanê aştiyaneye û
ezmûna wê jî xuya kiriye ku Herêma Kurdistanê çavkaniya aramiyê ye neku gef
û hereşeye ser navçeyê.
Her li vê kombûnê da behsa sirûşta şerê terorîstan û amadekariyên ji bo
azadkirina Musil û qonaxa piştî şerê DAIŞê û her wiha rewşa siyasî û guhertinên
dawî ya navçeyê kirin.
Li vê kombûnê da hejmarek ji berpirsên emnî û serbazî û siyasiyên bilindên
Herêma Kurdistanê jî amade bûn.




