26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tirkman: Hemû xelkê Kurdistanê piştgiriya referandumê dikin..Tirkman dê mafên zêdetir werbigirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Tevgera Demokrata Tirkmanî li Kurdistanê

ragihand ku mafê Kurdistanê heye ku daxwaza referandumê bike, ji ber ku

nêzîkî dawiya Saykis Byko dibe û hemû xelkê kurdistanê piştgiriya

referandumê dikin.

 

Kerxî Altî Bermax Serokê Tevgera Demokrata Tirkmanî li Kurdistanê ji

malpera KDP.info re ragihand: “Dem hatiye ku gelê Kurdistanê û em jî wek

pêkhateya tirkmanî hizrê li paşeroja xwe dikin li Herêma Kurdistanê ji ber ku

ew xebat û şehîdên ku me dane bo serxwebûna Kurdistanê bûne û niha

qonaxeke girîng bo Kurdistanê hatiye, pêwîst e biryarê li ser çarenivîsa xwe

bide û bo vê biryardanê jî 2 rehendên girîng hene ku divê bên liberçavgirtin,

 

ew jî li ser asta Kurdistanê ye ku hemû xelkê Kurdistanê daxwaza

referandumê dikin. Herwiha li ser asta navdewletî jî baş piştgiriyeke baş jê

re tê kirin û niha rêkeftina Saykis Bîko ber bi dawî ve diçe û di dawiyê de dê

di qazanca gelê Kurdistanê de bin, lewma em wek tirkman piştgiriyê li

pirojeya dewletê dikin.”

Nûçeyên têkildar