Xelkê Şingalê pêwîstiya wan bi PKKê tune ye..Pêwîst e PKK rê li avakirina Şingalê negire

Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku DAIŞ li ser
destê DAIŞê hat wêrankirin û gelek qurbanî da, lewma niha xelkê Şingalê
daxwaza avakirina bajarê xwe dikin û pêwîst e PKk ji Şingalê derkeve û em
rê nadin ku rêgirî li pêşiya avakirina bajêr.
Mehma Xelîl Qayîmeqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand:
“Bajarokê Şingalê li ser destê terorîstên DAIŞê wêran bûye û gelek qurbanî
daye û Hêzên Pêşmerge ew bajar rizgar kirine û parastina wê dikin, lewma
dem hatiye ku PKK wî bajêrî vala bike ji ber ku xelkê Şingalê daxwaz dikin ku
ew ji bajêr derkevin û qebûl nakin ku kes rêgiriyê li wan bikin, lewma me bi
fermî daxwaz ji PKKê kiriye ku ji nava Şingalê derkevin.”
Xelîl da zanîn ku, Xelkê Şingalê pêwendiyê bi wan dikin ku Şingal bê
avakirin, lewma PKK ti karê wê li Şingalê nemaye û pêwîst e ji Şingalê
derkeve, da ku xizmeta bajêr bê kirin û xelk vegerin ser cih û malê xwe.
Qayîmeqamê Şingalê ragihand ku, xelkê Şingalê ti pêwîstiya wan bi PKKê
tune ye ji ber ku tenê Pêşmerge Şingalê diparêze û pêwîstî bi ti hêzeke din
tine ye.




