26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîr Îtalya: Pêşmerge beşek e ji me û em beşek in ji Pêşmerge

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Wezîra Berevaniya Îtalya kir û di wê
 
hevdîtinê de wezîra mêvan da zanîn ku welatê wan şanaziyê bi wê beşdariyê dike
 
ku li gel hêzên Pêşmerge da li şerkirina beranber terorîstan heye ku dijminê
 
mirovayetiyê ne. Balkişand li ser wê yekê Pêşmerge beşek ji xwe dizanin û xwe jî
 
beşek ji Pêşmerge didin zanîn.
 
Roja sêşem 10.05.2016 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya
 
Xanima Roberta Pinotti Wezîra Berevaniya (Bergirî) Îtalya û şandekî li gel kir ku ji
 
Marko Karnêlos Balyozê Îtalya li Iraq û xanima Alasandra Dîpîpo Konsola Îtalya li
 
Hewlêr û hejmarek ji fermande û berpirsên bilindên artêşa Îtalya pêkhatibûn.
 
Li hevdîtinê de Wezîra Berevaniya Îtalya xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok
 
Barzanî li nêzîk bereyên şer derbirî ku eve jî li rastiyê de wateyeke xwe ya bilind
 
heye û eve jî xisterû ku welatê wan şanaziyê bi wê beşdariyê dike ku li gel hêzên
 
Pêşmerge da li şerkirina beranber terorîstan heye ku dijminê mirovayetiyê ne.
 
Balkişand li ser wê yekê Pêşmerge beşek ji xwe dizanin û xwe jî beşek ji Pêşmerge
 
didin zanîn.
 
Her wiha spasî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku ji bilî hebûna şer û tehdîda
 
mezina aborî sedan hezar koçber û penaberan li xwe girtiye ku erkekî giran û
 
dijware.
 
Wezîra Berevaniya Îtalya pabendbûna welatê xwe ya pêşkêşkirina hevkariya
 
serbazî û mirovî ji bo Pêşmerge û gelê Kurdistanê dûpatkir û spasî hemahengî û
 
yarmetîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li gel tîmên serbaziyên Îtalya li
 
Bendava Musilê kir û wê hemahengiyê bi birayane û dostane wesif kir.
 
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Wezîra Berevaniya Îtalya û
 
şanda li gel kir û spasî gel û Hikûmeta Îtalya ya ji bo hevkarî û piştevanîkirina gelê
 
Kurdistanê kir û xweşhalî û rizamendiya xwe bi şanda mîhvan ya ji bo hebûna
 
tîmên serbaziyên Îtalya ya ji bo parastina Bendava Musil ragihand û amadehiya
 
Pêşmerge jî ji bo hemû cûre hevkarî û hemahengiyek li gel hêzên Îtalya nîşanda.
 
Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa cangoriya hêzên Pêşmerge yê ji
 
bo azadkirina Bendava Musil kir ku dest bi serdagirtina wê ji aliyê DAIŞê ve
 
hereşeyekî mezin bû li ser Iraqê û her wiha azadkirina navçeyên din ji destê Da'îş û
 
parastina pêkhatan li beranber terorîstan û di derbarê yarmetîdana koçberan ji
 
bilî balkişandina li ser kêmasiyên Hikûmeta Iraqê li hevkarîkirina penaberan tekez
 
li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê ewê li şiyana xwe de hebê ji bo koçber û
 
penaberan kêmasiyê nekiriye.
 
Serok Barzanî tekez li wê yekê jî kir ku teror hereşeyeke li ser hemû cîhanê û
 
pêwîste hemû aliyek ji bo ji navbirin û nehiştina terorê hevkariya hevdû bikin.
 
Her li vê civînê da rewşa meydanî ya bereyên şer û siruşta şerê terorîstan û
 
serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hate nirxandin.
 
Li vê kombûnê da hejmarek ji berpirsên emnî û serbazî û siyasiyên bilindên
 
Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

Nûçeyên têkildar