Dizeyî: Nêçîrvan Barzanî dixwaze Kurdistanê bike beşeke girîng ji aboriya cîhanê

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn
Dizeyî amaje kir bi çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wan
pêngavên ku hikûmetê bo rûbirûbûna kirîza darayî avêtiye û
dibêje Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dixwaze
Kurdistanê bike beşeke girîng ji aboriya cîhanê.
Sefîn Dizeyî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di
hevpeyvînekê de ligel malpera The New Mail ya brîtanî de
ragihand: “Hikûmet dixwaze sektora taybet û kilasa navendî li gorî
demê dirust bike û karta giştî bo karta taybetî biguhere û
guhertinê di îdaret û aboriyê de bike, ew jî bi hevahengî û piştgirî
ligel dezgehên bi ezmûn wek Banka Navdewletî û Dezgeha Rende
bo pêşxistna darayî û îdarî û aborî. Hikûmet di destpêka
cîbicîkirina pilana çaksaziyê de ye û dixwaze çaksaziyeke modern li
gorî standardên navdewletî di warê çaksaziyê de bike.”
Derbarê rola PDK û YNKê di serkeftina çaksaziyan de, Dizeyî wiha
got: “Hikûmeta Kurdistanê giştî ye û çaksazî berdewam dibe û
pêwîst e hemû alî pişta wê bigirin, ji ber ku hemûyan di dema
hilbijartinan de soza kêmkirina gendeliyê û başkirina rewşa xelkê
dan.”
Sefîn Dizeyî tekez kir li ser amanc û pilana Serokwezîrê Herêma
Kurdistanê û got: “Amanca Nêçîrvan Barzanî aramiya darayî û
pêşxistina aborî bi awayekî modern e. Herwiha dixwaze Kurdistan
bike beşeke girîng ji aboriya cîhanî.”




