26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xelîl: Nêzîk ezê pirsgirêka xelkê Şingalê bibim Neteweyên Yekbûyî

Çavkanî: KDP.info
 
Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku ewê di
 
demeke nêzîk de serdana avahiya Neteweyên Yekbûyî li New Yourkê bike û
 
li ser avakirina Şingalê û pirsa jenosîdnasandina karesat û komkujiya
 
êzdiyan, gotûbêjan bike.
 
Mehma Xelîl Qayîmeqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di
 
demeke nêzîk de ezê serdana avahiya Neteweyên Yekbûyî li New Yourkê
 
bikim û biryar e li wir ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî
 
Mon bicivim û pirsgirêka xelkê Şingalê û pirsa tawana jenosîdê û şandina
 
tîmên taybet bi gorên komî bigihînim Neteweyên Yekbûyî.”
 
Mehma Xelîl wiha got: “Pirsgirêka Şingalê navdewletî û mirovatî ye û Şingal
 
wêran bûye, lewma wek xizmeta xelkê Şingalê her rêyek pêwîst bike emê
 
bigirin bo alîkariya şingaliyan û avakirina Şingalê û bijenosîdnasandina
 
karesat û komkujiya ku hat serê Şingalê û bo rizgarkirina dayik û xuşkên
 
Şingalê.”
 
Qayîmeqamê Şingalê wiha domand: “Şingal beşek e ji Herêma Kurdistanê ji
 
aliyê yasayî û desturî ve û em naxwazin ti astengên siyasî li pêşiya me
 
derkevin û niha jibilî Serok Barzanî kes alîkariya me nake û li pişta me
 
nasekine, lê mixabin Herêma Kurdistanê jî di kirîzeke aborî de derbas dibe.”

Nûçeyên têkildar