26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Beşaretî: Bi îtîrafa hemûyan PDKê hewla avakirina dewletê dide

Çavkanî: KDP.info
 
Helebçe-KDP.info- Berpirsê Şaqa 12 ya PDKê li Helebçe Fazil Beşaretî dibêje
 
bi îtîrafa piraniya kadroyên pêşketî yên aliyên siyasî yên Kurdistanê, PDKê
 
berdewam hewl dide bo avakirina dewletekê bo Kurdistanê û niha
 
derfeteke zêrîn bo serxwebûnê hatiye û pêwîst e bê wergirtin.
 
Fazil Beşaretî Berpirsê Şaqa 12 ya PDKê li Helebçe ji malpera KDP.info re
 
ragihand: “Eger em vegerin dîrokê, ji destpêka damezrandina PDKê dirûşma
 
wê xizmetkirina gel û niştiman e û niha derfeteke zêrîn hatiye pêşiya gelê
 
Kurdistanê ku mafê çarenivîsa xwe bidest bixe.”
 
Beşaretî wiha got: “Bi îtîrafa piraniya kadroyên pêşketî yên aliyên siyasî,
 
PDKê berdewam hewlê avakirina dewletê bo kurdistanê dide, lê beşek ji
 
aliyên din di hewla wergirtina destkeftan in bo partiyên xwe.”

Nûçeyên têkildar