26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Baydemîr: Dema wê yekê hatiye ku kurd û tirk bibin cîran

Çavkanî: KDP.info
 
Amed-KDP.info- Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman
 
Baydemîr ragihand ku parlamentoya Tirkiyê derî li ser wan girtiye û dema
 
wê yekê hatiye ku kurd û tirk bibin cîran.
 
Komeleya Mafên Mirovan a Amedê 14emîn kongreya xwe ya asayî li dar
 
xist.
 
Parlamenterên HDPê, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û hin
 
rewşenbîr jî di kongreyê de amade bûn. Parlamenterê HDPê Osman
 
Baydemîr jî di kongreyê de axivî.
 
Baydemîr, got nijadperestî di nava civaka tirk de belav bûye û ya baş ew e
 
ku ew êdî weke du cîranan bijîn.
 
Osman Baydemîr wiha got: “Me xwest ev parlamentoya Enqereyê hem bibe
 
parlamentoya Anatolya, hem bibe parlamentoya Mezopotamyayê. Hem
 
bibe parlamentoya Tirkiyeyê û hem jî bibe parlamentoya Kurdistanê. Lê
 
mixabin wan ev derî li ser me girt. Bi ya min, li gorî baweriya min, eger em
 
nikarin di eynî malê de bijîn, em bibin du cîranên hev çêtir e.

Nûçeyên têkildar