Mîrxan: Artêşa Iraqê li Mexmûrê êriş dike..Pêşmerge di amadebaşiyê de ye

Mexmûr-KDP.info- Cîgirê Serperiştiyarê herdu eniyên Mexmûr – Guwêr
Aras Mîrxan ragihand ku artêşa Iraqê li nêzîk Mexmûrê li gundê Keperokê
êrişî terorîstên DAIŞê dike û Hêzên Pêşmerge di amadebaşiyê de ne.
Aras Mîrxan Cîgirê Serperiştiyarê herdu eniyên Mexmûr – Guwêr ji malpera
KDP.info re ragihand: “Îro Duşemê 9-5- 2016 artêşa Iraqê li nêzîk Mexmûrê li
gundê Keperokê dest bi êrişê kir li ser terorîstên DAIŞê û hêzên wan nêzîkî
gund bûne.”
Mîrxan wiha got: “Hêzên Pêşmerge di wê operasyonê de ne beşdar in lê di
amadebaşiyê de ne û çavdêriya şer dikin. Eger ew gund bê girtin dê pir
nêzîk bibin ji Pira Geyare ku tenê 4 km maye, lewma ew gund pir girîng e.”




