“Berpirsên Îranê serdana min kirin..Ti xortên Başûr nema diçin nav DAIŞê”

Hewlêr-KDP.info- Rêvebirê Pêwendiyan û Pêkvejiyana Olî di Wezareta
Ewqafê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Merîwan Neqişbendî ragihand
ku di 8 mehên borî de ti xortên Herêma kurdistanê tevlî DAIŞê nebûne.
Herwiha ew xortên ku çûbûn jî yan hatine kuştin yan jî vegeriyane.
Merîwan Neqişbendî Rêvebirê Pêwendiyan û Pêkvejiyana Olî di Wezareta
Ewqafê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand:
“Ew tedbîrên leşkerî û ewlehî û hizrî ku Herêma Kurdistanê bikar anîne
bûne sedem ku xort kêm biçin nava DAIŞê ku di 8 mehên borî de ti xortê
Herêma Kurdistanê tevlî DAIŞê nebûne û berevajî piraniya wan xortên ku
tevlî DAIŞê bibûn yan hatine kuştin yan jî vegeriyane.”
Neqişbendî wiha got: “Niha tevlîbûna xortên Îranê bû nav DAIŞê dibe
diyarde û metirsiyeke mezin li ser Herêma Kurdistanê ji ber ku çekdarekî
kurdê Başûr di nava DAIŞê de tune ye heta ku bi destê wî dîlên Pêşmerge
bikuje, lewma DAIŞ bi destê kurdên Rojhilatê Kurdistanê wê yekê dike û di
êrişa vê dawiyê de li ser Tilisqofê de çend kurdên Rojhilat di nava wan de
hebûn, ku 2 ji wan hatine kuştin.”
Merîwan Neqişbendî wiha domand: “Ji bo vê mebestê duhî berpirsên Îranê
li Herêma Kurdistanê serdana min kirin û me ew mijar bi eşkere behs kir û
wan jî soz da ku pêdeçûnê di vê pirsê de bikin û sînorên xwe tundtir bikin da
ku xortên Îranê neçin nava DAIŞê.”




