26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Cano: Xeletiyeke mezin e eger em bê merc vegerin Bexdayê

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Parlemanterê PDKê li Bexdayê Rênas Cano dibêje xeletiyeke siyasî mezin e eger kurd bê merc vegerin Bexdayê.

Rênas Cano ji malpera KDP.info re ragihand: “Mebesta serdana Serokê Parlementoya Iraqê bo Herêma Kurdistanê ew e ku daxwaz ji parlemanterên Kurdistanê bike ku vegerin Bexdayê.”

Rênas Cano wiha got: “Eger niha kurd bê merc vegerin Bexdayê dikevin xeletiyeke siyasî mezin de, bila em di serî de daxwazên xwe ji wan re bêjin û piştre vegerin Bexdayê. Herwiha divê em li siyaseta xwe ligel Bexdayê vegerin.”

Wî parlemanterê PDKê wiha domand: “Nûnerên kurd dê ligel aliyên siyasî bicivin û eger biryara vegerê hebe pêwîst e em hinek mercên xwe deynin û piştre vegerin.”

Nûçeyên têkildar