26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Şaxewan Ebdulah: Heta serkirdatiya kurdî biryar nede em venagerin Bexdayê

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Parlemanterê PDKê li Bexdayê Şaxewan Ebdulah raguhand ku kurdan biryar dane ku heta serkirdatiya Kurdistanê biryarê nede ew venagerin Bexdayê.

Endamê Encumena Nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Frakisyonên kurdî li Bexdayê biryar dane ku venegerin Bexdayê bo beşdariya di civînên parlementoyê de heta serkirdatiya kurd biryarê nede.”

Ebdulah da zanîn ku, biryar hatiye standin ku civînek di navbera aliyên siyasî û parlemanteran lidar bikeve bo dana biryarê li ser wê pirsê û heta wê demê em venagerin Bexdayê.

Herwiha got ku, eger Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî jî bê Hewlêrê û daxwaza vegera me bike, em venagerin ji ber ku ew helwêsta wî ya kesî ye.

Nûçeyên têkildar