Aşton Karter: Pêşmerge hêza herî bi bandor e li Rojhilata Navîn

CNN-KDP.info- Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka Aşton Karter ragihand ku Hêzên Pêşmerge wek yek ji bihêztirîn û bandortirîn hêzên Rojhilata Navîn tê naskirin.
Di hevpeyvînekê de ligel televîzyona CNN a amerîkî, Aşton Karter ragihand: “Bêguman li ser meydana Iraqê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bihêztirîn hêza leşkerî ya navçeya Rojhilata Navîn e ku li dijî çekdarên DAIŞê şer dikin.”
Derbarê kuştina wî serbazî amerîkî li Kurdistanê jî ji aliyê DAIŞê ve, Karter wiha got: “Kuştina serbazê me karekî palewanî bû, ji ber ku ligel bihêztirîn û bi bandortirîn hêza leşkerî ya Rojhilata Navîn kar dikir.”
Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka di wê hevpeyvînê de tekez kir ku bo Hêzên Pêşmerge ji pêwîst be ewê bikin û dê berdewam bin li ser şikandina DAIŞê li navçeyê.




