“Bila Hêzên Pêşmerge bîrên petrolê yên Xebaze li Kerkûkê biparêzin”

Kerkûk-KDP.info- Endamê Komîteya Petrol û Gazê ya Encmena Parêzgeha Kerkûkê dibêje piştî teqandina bîrên petrolê yên Xebaze li Kerkûkê bo cara sêyem, baştir e ku parastina wan bîran bikeve destê Hêzên Pêşmerge de.
Fûad Husên Endamê Komîteya Petrol û Gazê ya Encmena Parêzgeha Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Kêlgeha Xebaze yek ji kêlgehên bihêz ên parêzgeha Kerkûkê, bîrên wê jî jibilî ku dewlemend in bi gaze, ev sêyemîn car e ku rastî êrişên terorîstan û nehezan tên. Par meha yekê çend saetan ketibûn destê terorîstên DAIŞê û 2 bîr teqandin, lê Hêzên Pêşmerge karîn dîsa wir rizgar bikin. Herwiha beriya mehekê jî bîrek hat teqandin û duhî jî 2 bîr hatin teqandin.”
Husên wiha got: “Parastina wan bîrên petrolê di histê polîsên şîrketa Petrola Bakur a ser bi Bexdayê ve de ye, lê diyar e ku ew nikarin wan bîran biparêzin û Hêzên Pêşmerge piştrast kirin ku tenê ew dikarin wê yekê bikin da ku careke din terorîst nikaribin nêzîkî wan bîran bibin.”




