Xesro Goran: Hefteya bê emê biryarê li ser veger û nevegera xwe bo Bexdayê bidin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê Xesro Goran ragihand ku ew hewl didin wek serok frakisyonên Kurdistanê yên li Bexdayê ligel serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê hefteya bê biryarê li ser vegerê yan venegerandina xwe bo Bexdayê bidin.
Xesro Goran ji malpera KDP.info re ragihand: “Hefteya bê emê wek serokfrakisyon bicivin bicivin da ku yek helwêstê bidin, lê pir zehmet e di demeke nêzîk de parlementoya Iraqê bicive.”
Goran wiha got: “Piştî wan bûyerên Bexdayê niha derfeta civînê tune ye. Me beriya niha jî gotiye em wek kurd nikarin di wê rewşa gefan û terora fikrî de kar bikin.”




