26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sekreterê Amnesty destxweşî li dilfirehiya gelê Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê rêxistina Amnesty International kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan destxweşiyê jî li dilfirehî û yarmetîdana gelê Kurdistanê ya ji bo sedan hezar koçber û lêqewimiyan kir.

Roja çarşem 04.05.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Selîl Şetî Sekreterê Giştî yê rêxistina Amnesty International û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Sekreterê Giştî yê rêxistina Amnesty International bi kurtî di derbarê erk û kar û siruşta çalakiyên rêxistina Amnesty International li Rojhilata Navîn û Efrîqa û Kurdistanê ji bo Serok Barzanî xisterû û ji bilî wê yekê ku pêzanînên xwe ji bo xweragiriya gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge li beranber qeyrana mirovî û darayî û hereşeyên emnî hebû, destxweşiyê jî li dilfirehî û yarmetîdana gelê Kurdistanê ya ji bo sedan hezar koçber û lêqewimiyan kir.

Sekreterê Giştî yê rêxistina Amnesty International behsa rapora rêxistinê ya di derbarê rewşa mafên mirov yên li bereyên şerê dijî terorîstên Da'îş kir û nîgeraniyên xwe bi Serok Barzanî ragihand.

Li beranber da Serok Barzanî destxweşiyê li rêxistina Amnesty International kir û pêzanînên xwe ji bo kar û çalakiyên mirovdostî hebû û ragihand ku rapor û têbîniyên wan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bi girîngî têne wergirtin û dezgehên peywendîdar duvdaçûnê li ser wan dikin.

Serok Barzanî li gotarek de ji bo şanda mîhvan ji bilî balkişandina li ser êşên gelê Kurdistanê yên li sed salên derbasbûyî û her wiha tawan û dilreqiyên terorîstên DAIŞê yên di derbarê pêkhatan û gelê Kurdistanê de, siyaseta giştî ya Herêma Kurdistanê ya di derbarê şerê terorîstan û rêzgirtina li mafên mirov xisterû û ragihand ku gelê me êş û azarê dîtiye ji destê dîktator û terorîstan de, ji bo wê yekê jî gelek baş li bihayên û azadî û mafên mirov têdigihe û rêz lê digre.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku her di destpêka şerê terorîstan rênimayiyên taybet yên di derbarê parastina mafên mirov û karkirina bi yasayên navdewletî ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derketiye.

Di derbarê terorîstên DAIŞê jî Serok Barzanî wê yekê rûnkir ku her kesek hevkariya Da'îş kiribe û destê wî li tawanên dijî êzîdî û Mesîhî û pêkhatan da hebê hesabê Da'îş ji bo wan tê kirin û çarenûsa wan ya DAIŞê dibe û nabê çavpoşî li wan bê kirin ku tawaneke mezin di derbarê Êzîdî û Mesîhî û pêkhatan encam dabe.

Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku ew xelkên hîç peywendiyên wan li gel DAIŞê da tûne maf û kerameta wan parastiye û wekî hemwelatiyekî asayî muamele li gel wan da tê kirin amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo hemû cûre hevkarî û hemahengiyek li gel rêxistina Amnesty International û rêxistinên mirovparêzên cîhanî din ragihand.
 

Nûçeyên têkildar