26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Lîwa Helo: Asayîşa gundê Beşîr dê Pêşmerge werbigire

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Rêvebirê Asayîşa Kerkûkê dibêje li gorî rêkeftina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê parastina gundê Beşîr di destê wan de ye û nava gundê Beşîr jî dê bikeve destê Rêveberiya Polîs û Nahiyeyên Kerkûkê û Heşda Şeibî.

Lîwa Helo Necat Rêvebirê Asayîşa Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di çend rojên borî de Fîrqeya Heşida Qîtalî Ebasiye hatin bo navçeya Beşîr ji ber ku berê nêzîkî 15 laş li eniya şer li erdê mabûn, hatin kom kirin û ev hêz dê beşek jê bimîne ji ber ku ji bingeh de divê beşek ji navçeya Beşîr radestî Heşda Tirkmanî bê kirin û ew hêz jî ne bihêz e heta bikaribe bergiriyê li pêşiya DAIŞê bike, lewma beşek ji wê Heşda ku ji Bexda û Dîwaniye û Samera hatine dê li Beşîr bimînin, vêga pêwîst e mana wan bi çavdêrî û lêkolîn be.”

Necat wiha got: “Hêzên Pêşmerge li Beşîr dimînin û Pêşmerge ketine pişt Beşîr de jî û ew sînor derbas jî kirine, lewma divê haya Pêşmerge ji Beşîr û pişt Beşîr jî hebe, lê nava Başîr dê radestî Heşd û polîsan bê kirin.”
 

Nûçeyên têkildar