26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge Tilsqof rizgarkirin..Bi dehan laş li erdê mane

Çavkanî: KDP.info

Tilsqof-KDP.info- Tilsqof bi temamî ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin û bi dehan termên terorîstên DAIŞê li kolanên wî bajêrî mane, ku li gorî amrên destpêkê zêdetirî 50 terorîst hatine kuştin.

Romyo Hekarî Serperiştyarê Hêza Parastina Mesîhiyên Deşta Neynewa ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro terorîstên DAIŞê bi dehan otomobîlên bombekirî hatin da ku cihê xwe li navçeyê çêbikin û di serî de bi wan otomobîlan derbasî nav bajêr bûn, lê Hêzên Pêşmerge û hêzên Deşta Neynewa ku ev 2 sal e li wir in, li wan hatin hev û karîn bajarokê Tilsqof ji destê wan derxînin û niha Hêzên Pêşmerge bi dûv terorîstên DAIŞê dikevin, da ku kes ji wan bi selametî nefilite.”

Hekarî wiha got: “Li wî şerî de ziyaneke mezin gihîşt wan terorîstan ji aliyê canî û madî ve ku li gorî amarên destpêkê zêdetirî 50 terorîstên wan hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne û termên wan li Tilisqofê mane.”
 

Nûçeyên têkildar