Seyid Hejar: Pêşmerge derbeyek wisa li DAIŞê da, ku nizanîbûn çawa birevin

Xazir-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li eniya Xazirê dibêje, îro wan derbeyeke mezin li DAIŞê dan û gelek ziyan gihandin wan.
Seyid Hejar Fermandar ji Hêza Pêşmerge li Eniya Xazirê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro terorîstên DAIŞê ji çend aliyan ve êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge lê Hêzên Pêşmergeyên qehreman li wan hatin hev û bi tundî li wan dan, ku nema zanîbûn çawa birevin. Gelek ziyan dan, ku gelek terorîst hatin kuştin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Hêzeke terorîstan hatibûn dorpêçkirin, lê ji ber bilindbûna giya, karîn xwe rizgar bikin. Hêzên Pêşmerge jî selamet in û ti ziyan negihîştiye wan.”




