Şerê Başîkê bi serkeftina Pêşmerge bidawî hat

Başîk-KDP.info- Berpirsê Eniya Başîkê Hemîd Efendî ragihand ku êrişa terorîstên DAIŞê li ser eniya Başîkê bi şikandina DAIŞê û serkeftina Hêzên Pêşmerge bidawî hat.
Fermandar Hemîd Efendî Berpirsê Eniya Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro terorîstên DAIŞê çend caran êrişî çeperên Pêşmerge li Çiyayê Başîkê kirin, lê Hêzên Pêşmerge di amadebaşiyê de bûn û bi tundî bersiva wan dan û hemû êrişên wan têk birin û gellek ziyan gihandin wan.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Di wan êrişan de DAIŞê hêzeke mezin anîbû, lê nikarîn bi ser bikevin û Hêzên Pêşmerge ew şikandin.”




